Serok Barzanî: Em naxwazin ewên ku ji pişt ve xencer li me dan vegerin

Şandeke parlamentoya Iraqê li gel Serok Barzanî kom bû û endamekî şandê dibêje, wan daxwaz ji Serok Barzanî kirine karasanîyê bo vegera wan hemwelatîyan bike ku navçeyên wan niha di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye û berî niha koçber bûbûn.

Navenda Nûçeyan- Şêrwan Duberdanî, Endamê Parlamentoya Iraqê ku di wê şandê de cihê xwe digirt, ji Rûdawê re ragihand, hinek ji parlamenterên Neynowa gilî derbarê venegerandina rûniştvanên çend navçeyên sînorî yên Neynowayê tomar kirine. Ji ber wê yekê Serokê Parlamentoya Iraqê biryar da ku komîteyek bi serokatîya Beşîr Hedad, Cîgirê Serokê Parlamentoyê û endamtîya çend parlamenterên sînorî, bê pêkanîm û herwiha got piştî du kombûnên navxwe yên komîteyê wan daxwaza kombûnê li Serok Mesûd Barzanî kir û wî jî qebûl kir.

Duberdanî derbarê kombûna wê komîteya îro li gel Serok Mesûd Barzanî amaje bi wê kir, “Îro her yek ji Beşîr Hedad, Ehmed Cerba, Letîf Elwurşan, Eswan Elkaldan di kombûnê de amade bûn û Ehmed Cerba yadaşteke 8 xalî derbarê vegerandina wî xelkê de daye Serok Barzanî.”

Li gor daxuyanîya Baregeha Barzanî derbarê kombûnê de, rewşa bajarê Mûsilê, navçeyên din ên parêzgeha Neynowayê û jîyana koçberan û karkirina bo xelkê li navçeyên azadkirî, gotûbêj li ser hatine kirin.

Di beşeke din a wê civînê de şanda mêvan Serok Barzanî ji kêşe û girîft û daxwazên pêkhateyan agahdar kir û ragihand, rûniştvanên parêzgeha Neynowa çavê wan li wê ye Serok Barzanî hewla çareserkirina pirsgirêkan bo bide.

 

 

Siyaset Haberleri

Parêzgehên Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê jî çalakiyan qedexe kirin
Azerbaycan û Ermenistanê protokola Sovyetê îmze kir: Xeta sînor hate danîn
Biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin: Li Siyasetmedaran ceza hat birîn
Cezayê Demîrtaş diyar bû
Doza Kobaniyê dest pêkir