Serok Barzanî: Em ji biryara referanduma serxwebûnê poşman nebûne

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera dîyarîkirina roja referanduma serxwebûnê de radighîne, referandûm ji bo hemû wan kesên beşdarî kirin re, şanazî ye û lê poşman nebûn e.

Navenda Nûçeyan - Serok Barzanî di wê peyamê de dibêje, di jîyana gelê Kurdistanê de, îro rojek dîrokî ye.

Di 7ê Hizêran a 2017an de alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bi koma dengan biryar li ser referandûmê dan, da ku gelê Kurdistanê bikare di rêyek aştîyane re, deng û xwesteka xwe bigihîne cîhanê.

Ev biryar ji bo hemû welatîyên Kurdistanê destkeftek giranbuha bû û şanazî ye - ji bo hemû wan alîyên, ku di derxistina wê biryarê de beşdar bûn e û jê poşman nebûn e.

Di dawîyê de, Serok Barzanî di vê helkeftê de pêzanînên xwe ji bo rol û mandîbûn a hemû têkoşer, azadîxwaz û niştîmanperwerên Kurdistanê re heye û hezaran silav li canê paqij ê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadîyê re.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist