Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de got, "Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan tawanên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin ji bîr nakin."
Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de got:
"Ew tawan bû sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmareke zêde ya welatiyên bêsûc ên herêmê.
Ev tawan destpêka pêvjoya kîmyabarankirina welatiyên sivîl û berdewamiya siyaseta tunekirina gelê me bû."
Serok Barzanî di berdewaniyê jî de got, "Rejîm tenê bi wê tawanê nesekinî û bi dehan birîndarên wê karesatê jî piştî girtinê bi şêweyekî hovane bi awayê zindî çal kirin."
Serok Mesûd Barzanî her wiha amaje bi wê yekê jî kir û got: "Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan karesatên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin tu carî piştguh nakin."
Peyama Serok Mesûd Barzanî wisa ye:
Di 16ê Nîsana 1987an de rejîma berê ya Îraqê tawaneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê bû.
Ew tawan bû sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmareke zêde ya welatiyên bêsûc ên herêmê.
Ev tawan destpêka pêvajoya kîmyabarankirina welatiyên sivîl û berdewamiya siyaseta tunekirina gelê me bû.
Rejîm tenê bi wê tawanê nesekinî û bi dehan birîndarên wê karesatê jî piştî girtinê bi şêweyekî hovane bi awayekî zindî hatin çalkirin.
Di salvegera 39an a vê tawana nemirovî de, em silavan li giyanê pak ê şehîdên wê karesatê dikin û em hevparê xemên malbat û xizmên wan in.
Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan karesatên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin tu carî ji bîr nakin.”