Serok Barzanî Dr. Nûreddîn Zaza bibîranî

Serok Barzanî Dr. Nûreddîn Zaza bibîranî

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema 32 emîn salvegera koça dawî ya Dr. Nûreddîn Zaza peyamekî bîranînê belav kir. Peyama serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî wehaye:

"Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

32 sal di ser koça dawî ya têkoşer û xebatkarê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza de derbas bû. Nûreddîn Zaza damezrênerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê û yekem sekreterê partiya Kurd bû ku dest bi çalakiyên siyasî kir. Xwedê jê razî Nureddin Zaza ji malbatekî niştîmanperwer û şoreşger ya Kurd bû ku temenê xwe li xebata siyasî û rewşenbiriya bi navê rewa ya gelê xwe de serf kir û di wê rêyê de koçberî û zîndan jî diye.

Niha di demekî de bîranîna xwedê jê razî Nûreddîn Zaza dikin ku paşeroja gelê Kurd li Sûriyê rû bi rû bûna gefên mezin bûye. Pêwiste bi hewla hemû aliyekî û berdewambûna wê xebata siyasî ya Nûreddîn Zaza û hevalên wî ku berd û kevirên binaxe û bingehê bûn, mafê rewa yê gelê Kurd li Sûriyê biçespe û dawiya bi êşên Kurdan li Sûriyê bê anîn.

Em bîranîna Xwedê jê razî Nûreddîn Zaza bi bilind radigrin û hêviya serkeftinê bo hemû azadîxwazan û niştîmanperwerên gelê Kurd û pêkanîna armancên rêbaza Kurdayetiyê dixwazin.

Mesûd Barzanî

08.10.2020"

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!