Serok Barzanî diçe Bexdayê

.

Serok Mesûd Barzanî sibe diçe Bexdaya paytexta Îraqê.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Tora Medyayî ya Rûdawê, Serok Barzanî dê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bi gelek lîderên siyasî re hevdîtinan bike.

Serok Barzanî dê van hevdîtinan bi armanca dîtina çareseriyeke guncav a ji bo pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bike.

“Serdan di wextekî hestyar de ye”

Çavkaniyeke ji Hevpeymaniya Dewleta Yasayê li ser serdanê ji Rûdawê re got:

“Serdan di wextekî hestyar de ye. Gelek dosyeyên navxwe, herêmî û navneteweyî hene ku divê Îraq û Herêma Kurdistanê xwe ji bo wan amade bikin û xwe bi hêz bikin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, mijarên wekî “mûçeyên karmendan, yasaya petrol û gazê, hilbijartin û Kerkûk”ê di dosyeya Serok Barzanî de ne.

Herwiha Serok Barzanî dê “dosyeya Şingalê” jî bi rayedarên Îraqê re gotûbêj bike.  

Li gorî çavlaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, Serok Barzanî dê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî, Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî , Serokê Hevpeymaniya Fethê Hadî Amirî û gelek berpirsên din re bicive.

Serok Barzanî herî dawiyê 22yê Çiriya Paşîn a 2018an çûbû Bexdayê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê Mihemed Helbûsî, Hadî Amrî û gelek wezîr û rayedaran re hatibû pêşwazîkirin û bi gelek aliyên siyasî re gelek hevdîtin kiribûn.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin