Serok Barzanî di salvegera 49ê ya Şoreşa Gulanê de peyamekê parve kir

.

 Serok Barzanî di salvegera 49ê ya Şoreşa Gulanê de peyamek parve kir û tê de ragehad, “Şoreşa Gulanê yek ji girîngtirîn qonaxên berxwedan û têkoşîna gelê Kurdistanê ye, ku berdewamî û hilgira peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê ye.” Amajeyê jî da, “Gelê me gelek qurbanî dan, gelek Pêşmergeyên qehreman canê xwe ji bo Kurdistanê feda kir, piraniya gelê me awareyî, westiyan û xweragirî hilbijart.”

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Şoreşa Gulanê yek ji girîngtirîn qonaxên berxwedan û têkoşîna gelê Kurdistanê ye, ku berdewamî û hilgira peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê ye. Di şert û mercên nebaş ên piştî hilweşînê de û li awareyîyê û di bin givaştinên cuda cuda yên neyarên gelê Kurdistanê de, me karî bi planeke baş a rêxistinî û serbazî û bi îradeyeke xurt dest bi Şoreşa Gulanê bikin.

Di Şoreşa Gulanê de, Gelê me gelek qurbanî dan, gelek Pêşmergeyên qehreman canê xwe ji bo Kurdistanê feda kir, piraniya gelê me awareyî, westiyan û xweragirî hilbijart. Şoreşa Gulanê ji her kesî re selimand ku îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ji bo azadiyê qet naşkê û dê berdewam be.

Di salvegera 49ê ya Şoreşa Gulanê de, em silavan ji bo canê şehîdê yekê yê Şoreşa Gulanê Şehîd Seyîd Ebdila Hacî Omeranî û hemî şehîdên Kurd û Kurdistanê dişînin. Herwesa min rêz ji bo hemî wan têkoşer û Pêşmerge û welatparêzan heye yên ku rol di Şoreşa Gulanê de hebû û şanazî ji bo gelê me tomar kir.

Siyaset Haberleri

Senherîb Bersûm: Diyalog rawestiyaye, Şam dixwaze saziyên me nehêle
Wezîrê Karên Derve yê Holendayê îstifa kir
Ofîsa Serokê Hikûmetê: Êrişa li Lalezarê ji aliyê hêzên YNKyê ve hatiye kirin
Qubad Talebanî li ser şerê li Lalezarê axivî
Li gundên Dêrsimê dengê şanoya Kirmanckî olan dide