"Serok Barzanî bi eşkere axivî û ev serdan dawî li aloziya siyasî anî"

.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Bedir Hadî Amirî diyar kir ku serdana Serok Mesûd Barzanî ya Bexdayê dawî li kêşeya siyasî anî û diyar kir ku di civînan de ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan gotûbêjên cidî hatin kirin.

Hadî Amirî îro di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de eşkere kir ku Serok Barzanî di civîna Çarçoveya hemahengiyê de gelek zelal axivî û di wê baweriyê de ne ku hevdîtinên bi vî rengî ji bo Iraqê girîng in.

Hadî Amirî diyar kir ku serdan bi serkeftî derbas bû û wiha got: “Hevdîtina me ya li gel Serok Barzanî dawî li wê xitimandinê anî û got: Gotûbêjên cidî li gel hikûmeta Iraqê hatine kirin û hikûmeta federal jî ciddî ye li ser çareserkirina hemû kêşeyên girêdayî Herêma Kurdistanê.

Derbarê civîna Serok Barzanî ya li gel berpirsên Çarçoveya hemahengiyê de, Amirî ev daxuyanî da:

“Ew civînek bû ku bi dilpakî û biratî serdest bû. Em van hevdîtinan girîng dibînin ku em bi hev re Iraqeke bihêz ava bikin ji ber ku Iraq ber bi ewlehî û aramiya siyasî ve diçe."

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e