Serok Barzanî: Berdêla azadiyê giran e

.

 Serok Barzanî di salvegera Referandûma Serxwebûnê de peyamek belav kir û got, “Azadî tiştê herî biha yê hebûnê ye lewma berdêla wê giran e.”

Îro salvegera 7an a Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê malikeke helbesta Mutenebî ya bi Erebî belav kir û got:

“Eger hûn ketin nav rûmeta têkoşînê

Bi tiştekî kêmtirî stêrkan razî nebin.”

“Belê, em dixwazin ji Îraqê veqetin: Ji sedî 92,7”

25ê Îlona 2017an Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Ji sedî 72yê xelkê Başûrê Kurdistanê beşdarî Referandûmê bû û sedî 92,7ê wan dengê “Belê” da û got, “Em dixwazin Başûrê Kurdistanê ji Îraqê veqete.”

Îraq û hinek welatên cîran piştî Referandûmê zexteke mezin li başûrê welêt kir.

Wekî mînak, Îranê sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de girtin û Îraqê balafirgeh girtin.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir