Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin

.

 Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bicivin û bigihên rêkeftinê.

Serok Barzanî peyamek belav kir û bal kişand ser rewşa herêmê û şer û aloziyên heyî.

Serok Barzanî destnîşan kir ku Îraq di bin gefa krîzên cuda de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de zêde bûne.

Serok Barzanî di peyama xwe de bangî her du hikûmetan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bigihên rêkeftinê.

Barzanî her wiha xwest ku rê li ber wan kesên keysperesst were girtin ku dixwazin krîzan kûrtir bikin.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wisa ye:

“Di vê demê de ku li herêma me şer û aloziyeke zêde heye, Îraq di bin gefa krîzên curbicur de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de jî zêde bûne.
 

Ez daxwazê ji hikûmeta Îraqê ya federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bi hev re bicivin û bigihên rêkeftinê.

Her wiha divê rê li ber wan kesên keysperest were girtin ku dixwazin krîz û pirsgirêkan kûrtir bikin.”

Siyaset Haberleri

Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin
Dibistana Kurdî li Utrechtê hate vekirin
Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide