Şermola Performans wê şanoya “Mem û Zîn”ê li Stenbolê nîşan bide

.

Lîstika şanoyê wê li Kadıkoyê û li Beyoglûyê were nîşandan.

Şermola Performans lîstika şanoyê ya bi navê “Mem û Zîn”ê wê li Stenbolê nîşan bide.

Lîstik wê cara pêşiyê, roja 11ê Gulanê li Kadikoy Moda Sahneyê derkeve ser dikê. Cara duyem jî wê 12ê Gulanê li Beyoglû Kumbaraci50ê be.

Şermola Performans “Mem û Zîn” di Çiriya Paşiyê ye 2021ê de li Batmanê promîyera lîstikê kiribû. Paşê jî li bajarên wek Amed, Qoser, Riha, Sêrt, Tetwan û Wanê lîstibû.

Versîyona ku di vê şanoyê de hatiye bikaranîn, qeyda dengbêjê navdar Reso ye. Çîrok behsa îxanet, mêrxasî, mêvanperwerî, xerabî û neheqiyê li derdora evîna mezin û ne gengaz a Mem û Zînê dike.

Kunye

Çavkanî: Dengbêj Reso

Konsept/Derhêner: Mîrza Metîn

Lîstikvan: Pelda Bal, Kenan Demir, Roni Dildar

Dramaturg/Alîkara Derhêner: Zelal Angay

Koreograf/Rahêner: Arjen Brûsk

Sêwirînerê Sehneyê û Ronahiyê: Mîrza Metîn

Fotograf: Bariş Evîz

Asîstan: Robîn Ozel

Derbarê Şermola Performansê de

Di sala 2008an de bi hevkarîya Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlîoğluyê li Stenbolê hatiye damezirandin. Weke însiyatîfeke şanoyê ya pirnavendî li bajarên Stenbol (2008), Koln (Almanya - 2018) û Batmanê (2021) xebatên xwe didomîne. Heta niha 25 lîstik afirandine, bi wan lîstikan beşdarî festîvalên girîng ên li Herêma Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê bûne û ew lîstik hatine xelatkirin. Li ser lîstikvanîyê, şanonûsîyê û dîroka şanoyê ya cîhanê perwedehîyan pêk tîne. Pêşengtîya “Kovara Dîalog”ê ku yekem kovara şano, dans û
performansê ya bakurê Kurdistanê ye, dike.

Bîanet

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!