Nivîskarê vê pirtûkê Mihemed Heme Baqî, bi belge û nivîsên fermî, bi nameyên dewlet, konsolos, serokeşîr, karmend û rêvebiran… û xebatên heya niha li ser Serhildana Şêx Ubeydullah hatine kirin, me gav bi gav, roj bi roj li cih û qadên serhildanê digerîne.
Bi hûrgulî û dorfirehî em agahdar dibin ku kîjan eşîr û serokeşîr beşdarî serhildanê bûye, an jî li dijberî serhildanê rol leyîstiye. Nivîskar bi belge û arşîvên dewleta Qacarî (xanedana Îranê ya wê demê), û herwiha Osmanî, Rûsya û Îngilîstanê nêrîna wan ya li ser Kurdan nîşan dide û bi vê jî parçeyek ji dîroka Kurdan dinivîse.
AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî -1880-
Di Belgeyên Qacarî de
Nivîskar: Mihemed Heme Baqî
Wergêr: Ziya Avci
Weşanxane:Nûbihar
Rûpel: 580
Cûre: Dîrok
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Ebat: 13,5 x 21
Çapa Yekem: 2016
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist