Sergey Lavrov: Tirkîyê garantî da ku cardin êrişî bakûrê Sûrîyê nake

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, mafê Kurd bi rîya destûra Sûrîyê re, dê mîna tevahîya pêkhateyên din yên Sûrîyê bê parastin.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di konferanseke rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Behrênê, di bersiva pirseke Kurdistan24ê de ragihand, Mosko bi alîyên Kurdî yên Sûrîyê re li ser paşeroja Sûrîyê di guftûgoyan de ye.

Li ser rêkeftina Rûsya û Tirkîyê ya li ser rewşa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê jî, Lavrov got: Serokê Sûrîyê Beşar Esed û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) jî ji rêkeftina Rûsya û Tirkîyê razî ne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê her wiha got: Bawerîya me bi mafên Kurd û mafên tevahîya pêkhateyên Sûrîyê heye. Mafên Kurd bi rîya Şamê re tê dîyarkirin.

Lavrov dîyar kir jî: Şêrê di navbera HSD û artêşa Sûrîyê de, dê di berjewendîya Amerîka de be.

Bi gotina Lavrov, HSD bi kûrahîya 30 km ji hejmarek ji navçeyên sînorî yên bi Tirkîyê re vekişîyaye û HSD piştevanîyê li wê rêkeftinê dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, guhartina helwesta Amerîka di dema dawî de, bandor li HSDê kirîye û hejmarek ji serkirdeyên HSDê hene, pişta xwe bi Amerîka ve girê didin, ev jî ne di berjewendîya wan de ye.

Sergey Lavrov li ser gefên Tirkîyê yên bo destpêkirina operasîyonek din li dijî Rojava jî ragihand, berpirsên Tirkîyê garantî dane ku pilana wan ya operasîyoneke din nîne.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist