Sererkanê hêzên Pêşmerge û Fermandeyê hêzên Almanya ji bo plana nû civiyan

.

Fermandeyê Hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê plana nû ya Almanya ya ji bo piştgiriya hêzên Pêşmerge berbiçav kir.

Sererkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr jî ragihand ku ew ji dostên xwe yên nav Hevpeymaniya Navneteweyî çaverêne ku zêdetir hevahengiyê bikin.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand ku Sererkanê Wezareta Pêşmerg Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro bi Fermandeyê Hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê Kolonel Lars Persikoviski re civineke taybet pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vê civîna ku Birêveberê Hevahengî û Pêwendiyên Wezareta Pêşmerge Lîwa Rukin Mihemed Seîd jî tê de beşdar bû de, li ser proje û planên nû yên Almanya yên ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gotûbêj hate kirin.

Di civînê de her wiha li ser berheviyên Almanyayê û berçavkirina plana nû ya alîkarî û hevahengiyên tîmên şêwirmendên wî welatî yên ji bo Wezareta Pêşmerge jî danûstandin hatin kirin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku li bernaberî diyarkirin û berçavkirina alîkariyên Almanya û hevpeymaniya navneteweyî yên ji bo hêzên Pêşmerge, Serokerkan Ferîq Rukin Îsa Uzêr li ser navê hêzên Pêşmerge spasî û rêzên xwe pêşkêş kiriye û di çarçoveya bernameya xurtkirina hêzên Pêşmerge de daxwaza domantin û zêdekirina hevahengiyê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin