Serdozgeriya Dadgeha Bilind careke din daxwaza girtina HDPyê kiriye

.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind dwaxaza girtina HDPyê kiriye. Serdozgeriyê bi armanca girtina HDPyê îdianameyek amade kiriye û ew îdianame şandiye Dadgeha Destûra Bingehîn.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind dwaxaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Serdozgeriyê bi armanca girtina HDPyê îdianameyek amade kiriye û ew îdianame şandiye Dadgeha Destûra Bingehîn.

Di heman nûçeyê de hatiye diyarkirin ku îdianame ji 850 rûpelan pêk hatiye û tê de hatiye xwestin ku ji bo 500 HDPyî biryara qedexeya siyasetê derkeve. Her weha Serdozgeriyê daxwaz kiriye ku dest deynin ser hesabên bankeyan yên HDPyê. 

Çi bûbû? 

Dadgeha Bilind di 2ê Adara 2021an de derbarê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêkolîn dabû destpêkirin.

Piştre Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 17ê Adara 2021an de bi daxwaza girtina HDPê di Dadgeha Destûrî de doz vekiribû. Dadgeha Destûrî di 31ê Adara 2021an de îddaname qebûl nekiribû û bi şûn ve şandibû Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind.

Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind di 1ê Hezîranê de tevlî bernameya televizyona Haber Globalê bûbû û li ser pirsa îddanameya ku ji bo girtina HDPê hatibû amadekirin ya ji aliye dadgeha destûri ve nehatibû qebûlkirin, gotibû. “Em îddanameyê ji nû ve amade dikin.” (FD)

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist