Serdana geştyarên biyanî bo Tirkiyê ji sedî 72 kêm bûye

.

Belavbûna vîrûsa Coronayê herî zêde bandor li sektora geştyarî kiriye. Di 10 mehên yekem ên îsal de serdana geştyarên biyanî bo Tirkiyê ji sedî 72 kêm bûye.

Li gor amarên Wezareta Geştyarî ya Tirkiyê, di 10 mehên yekem ên 2020ê de nêzîka 14 milyon geştyarên biyanî serdana Tirkiyê kirine ku li gor 10 mehên yekem ên 2019ê bi rêjeya ji sedî 72.49 kêm bûye. Piraniya geştyaran ji Rûsyayê serdana Tirkiyê kirine.

Li gor amaran, di 10 mehên 2020ê de yek milyon û 911 hezar û 264 geştyar ji Rûsya, yek milyon û 37 hezar û 293 geştyar ji Almanya, 997 hezar û 470ê geştyaran ji Bulgaristanê serdana Tirkiyê kirine.

Di Cotmeha borî de hatina geştyaran li gor heman meha sala borî bi rêjeya ji sedî 59.40 kêm bûye û pêşwazî li yek milyon û 742 hezar û 303 geştyarên biyanî hatiye kirin.

Rûsya bi çûna 489 hezar û 836 geştyar di rêza yekem de, Bulgaristan bi 232 hezar û 729 geştyar di rêza duyem de û Ukrayna bi 155 hezar û 254 geştyar di rêza sêyem de cih digre.

 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest