Serbest Lezgîn pêşwazî li Şêwirmendê Mezin ê Hêzên Almanyayê kir

.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn bi Şêwirmendê Mezin ê Hêzên Almanyayê re civiya.

Li gor Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê do bi daxuyaniyekê diyar kir, îro Pêncşemê 19ê Gulana 2022yan, Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn pêşwazî li Şêwirmendê Mezin ê Hêzên Almanya yê li Herêma Kurdistanê kir, ku li şûna Kolonel Mayer li Wezareta Pêşmerge dest bi kar kir.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê de da zanîn, di vê civînê de Birîkarê Wezareta Pêşmerge amadebûna xwe û wezaretê ji bo hemû hevkarî û hevahengiyên ku bi serxistin û cîbicîkirina plana çaksazî û yekkirina hêzan ve girêdayî ne, nîşan da.

Herwiha Şêwirmendê Mezin ê Hêzên Almanyayê di civînê de eşkere kir: “Armanca me çaksazî û alîkarîkirina hêzên Pêşmerge ye, da ku bihêztir bin û bikarin ax û xelkê Kurdistanê ji terorîstan biparêzin.”

Herî dawî Birîkarê Wezareta Pêşmerge spasiya rola gel û Hikûmeta Almanyayê kir ku bi rêya şêwirmendên xwe ve, xizmetên mezin li Pêşmerge kirine.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin