Serbest Lezgîn: 3 hezar kes dê di hêzên parastina sînoran de werin damezrandin

.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand, ji bo zêdetir kontrolkirina sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran, sê hezar kes dê di hêzên parastina sînoran de werin damezrandin.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand, ji bo zêdetir kontrolkirina sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran, sê hezar kes dê di hêzên parastina sînoran de werin damezrandin.

Serbest Lezgîn beşdarî bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê bû û ragihand, biryar e 3000 kes ji xelkê deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran di rêzên parastina sînoran de werin damezrandin.

Derbarê armanca damezrandina sê hezar kesan di rêzên parastina sînoran de, Serbest Lezgîn eşkere kir ku armanca vê yekê, çavdêriya sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran û kontrolkirina hatûçûna navbera Herêma Kurdistanê û wan welatan e, biryar hatiye dayîn ku lîwayên parastina sînoran werin bihêzkirin û ji aliyê lojîstîk û mirovî ve pêwîstiyên wan werin dabînkirin.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, bi ti awayî hêzên Iraqî bo deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê nayên şandin, hemû çekdarên hêzên pasewaniya sînoran, ku erkê parastina sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel welatên cîran li xwe digrin, xelkê navxwe yên Herêma Kurdistanê ne.

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin