Şer di navbeyna hêzên Rûsî û grûbên bi ser Tirkîyê ve derket

Hêzên Rûsî , grûbên bi ser Tirkîyê ve li Eyn Isayê topbaran kir û şer di navbeyna her dû alîyan de derket.

Navenda Nûçeyan- Jêderek serbazî nav HSD ragihand, hêzên Rûsî bi mûşekan êrîşî grûbên girêdayî Tirkîyê li sayloya Şirkrak kir armanc. Artêşa Tirkîyê jî, baregeha hêzên Rûsî li Eyn Isa yê topbaran kir, û şer û pevçûn bi çekên giran di navbeyna her du alîyan de derket

Wê jêderê got jî, ligel wî şerî, hêzên hikûmeta Sûrîyê jî, dest bi liv û tevgerê ber bi Şirkrak kir. Tekez kir, ku dê hêzên Rûsî û yên hikûmeta Surîyê  liser dirêjahîya rîya ROTKO M4 ji bajarokê Şirkrak li rojhelatî Eyn Isa ta gundê Ebu Sire li rojavayê wê, dest bi operasyonekê bikin.

Ji alîyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragehand, ku civînek di navbeyna hêzên Rûsî û HSDê de pêkhatibu û hêzên Rûsî tekez kiribun, ku eger hêzên Tirkî û grûbên pê re bi paş ve venekişin, dê wan bike armanc.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir