Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê–Sûriye piştevaniya Kurdistan24ê dike

“Em ji desthilatdarên îdareya xwecihî daxwaz dikin ku biryara xwe ji ber çavan derbas bikin û ofîsa kanala esmanî ya Kurdistan24ê car din vekin.”

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di daxuyaniyekê de ragihand: “Desteya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nûçeya girtina nivîsgeha Kurdistan24ê weşand û îddîa kir ku ev kanal gotara kînê belav dike û şerê Kurdî - Kurdî teşwîq dike.”

Di daxuyaniya Sendîkayê de hat: “Di biryara Dezgeha Ragihandinê de ti bihaneyeke yasayî tune ye û tometa arasteyî kanalê bûye jî, rûyekî wê ya siyasî heye û her kes agahdar e ku li Başûrê Kurdistanê kî êrîşker û êrîş lê hatiye kirin û kî ne ewên êrîşî Pêşmerge kiriye ku hejmarek ji wan şehîd û birîndar bûne? Û Kî bihaneyên dide artêşa Tirkiyê ku kûr bikeve nava xaka Kurdistanê?"

Sendîkayê destnîşan kir: "Ev riftara saziyeke ku tu mafê xwe yê pîşeyî tune ye redkirî ye, ji ber ku ser bi Partiya  Yekîtiya Domokratîk ve ye û bi awayekî serederiyê bi dezgehên medyayê re dike ku kesên piştgiriyê didin rêxistina PKK'ê rêzê lê digire û kesên ku riya bêalîbûn û profesyoneliyê bişopînin rastî destdirêjî, darizandin, bidawîkirina kar û moletê tên."

Herwiha diyar kir: “Li gor lêkolînên me yên li ser nûçe û raportên dezgeha Kurdistan24ê, her ji destpêka damezrandinê ve heta niha, me dîtiye ku ev kanal pabend e bi bingeha bêalîbûnê ya ragihandina nûçeyan li Başûrê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê, di veguhestina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê de jî bi awayekî pîşeyane û bêyî alîgirkirina di pêşbirkê de bûye, êş û janên gelê me li hemû Rojavayê Kurdistanê veguhestiye. Di demekê de ku piraniya kanal û dezgehên ragihandinê yên ser bi rêxistina Karkerên Kurdistanê bi çewaşekirinê ve mijûl in ji bo şerê Kurd û Kurd û serdemeke dûr û dirêj e bi awayekî berdewam rewşenbîriya rik û kînê bi hincetên cuda cuda belav dikin, nexwe çima ew nayên girtin?”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di wê baweriyê de ne ku biryara daxistinê, zirar dide karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê û ligel naveroka yasaya ragihandinê hevdû nagirin û destdirêjiyeke eşkere ye li ser azadiya medyayê.”

Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriyê bang li Rêveberiya Xweser dike û dibêje: “Em ji desthilatdarên îdareya xwecihî daxwaz dikin ku biryara xwe ji ber çavan derbas bikin û ofîsa kanala esmanî ya Kurdistan24ê car din vekin.”

Siyaset Haberleri

Tirkiye: Eger Sûriye bixwaze em dê piştgiriyê bidinê
Hoşeng Derwêş: Zêdetirî heft hezar çekdarên biyanî di nav hêzên Sûriyeyê de hene
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê derbarê êrişên li taxên Kurdan daxuyanî da
Sûriyeyê mercên diyaloga bi HSDyê re eşkere kirin
Bîlançoya şerê li Helebê hat ragihandin