Senatoya Amerîkayê bangî Trump kir!

Senatoya Amerîkayê bangî Trump kir ku dorpêçan li hember Tirkiyê bisepîne

Senatoya Amerîkayê, ji ber kirîna S-400an bang li Trump dike, gavek zûtir hember Tirkiyê biryarên dorpêçê bicîh bike û ragehand, Serokkomariya Tirkiyê aborî û ewlekariya welatê xwe xistiye metirsiyê.


Komîteya Hêzên Çekdar û Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê li ser twîtterê da xuyakirin, ew ji Serok Trump dixwazin, di çarçoveya yasayê de, dorpêçên pêwîst bi awayeke berfireh cîbicî bike û bang li Wezareta Berevaniyê jî dikin, ku Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35 derbixe.


Herwaha ragehand, Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, ji bo berdawamiya pêwendiyên stratejîk gelek pêşniyarên girîng ên Amerîkayê ret kirin e, ku asîmanên xwe bi  firokeyên F-35 û mûşekên Patrîot biparêze.


Da zanîn, bi kirîna sîstemên S-400an, Erdogan hevaltiyeke metirsîdar bi Putîn re dike û aborî û ewlekariya welatê xwe û yekîtiya NATOyê xistiye xeterê.
 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene