Semînera Dr.Ekrem Önen li Teşkîlata Amedê ya PAKê de bi awayekî biserkeftî li dar ket

Semînera Dr.Ekrem Önen di roja 22.12.2019an de li Teşkîlata Amedê ya PAKê de bi awayekî biserkeftî li dar ket.

Navenda Nûçeyan- Semînera Dr.Ekrem Önen  di roja 22.12.2019an de li Teşkîlata Amedê ya PAKê de bi awayekî  biserkeftî li dar ket.

Semîner bi beşdarîyeke berbiçav li dar ket.

Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan eleqeyeke baş nîşanî semînerê dan û beşdar bûn.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan Moderatorîya semînerê kir.

Di beşa yekem a semînererê de Dr.Ekrem Önen 75 deqîqeyan, ji destpêka salên 1800î heta îro, di debarê sîyaseta Rûsyayê ya di derbarê Kurdistanê de, di derbarê peywendîyên Rûsan û Kurdan de agahdarîyên balkêş û berfireh da.

Di beşa  duyem ya semînerê de jî beşdarên semînerê pirsên xwe kirin, fikrên xwe anîn ziman.

Seminer bi bersîv dayîna  Dr.Ekrem Önen ya  ji pirsên başadaran bi dawî hat.

Beşdarên semînerê  ji ber li dar xistina vê semînerê, spasîya xwe ji  Dr.Ekrem Önen û ji PAKê re anîn ziman.

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin