Selcuk Mizraklî îro tê darizandin

Biryare îro proseya dadgehîkirina havserokê HDPyî yê Şaredarîya Mezin a Amedê yê ji kar dûrxistî, Selcuk Mizraklî birêve biçe.

Navenda Nûçeyan- Li gor agahîyan, biryar e proseya dadgehîkirina Selcuk Mizraklî, li dadgeha 9mîn a cezayên giran a Amerdê birêve biçe.

Selcuk Mizraklî li Girtîgeha Tîpa T2 ya bajarokê Bunyan ê ser bi parêzgeha Qeyserî ya Tirkîyê ve girtî ye û tê çaverêkirin, ku bi rêya sîstema deng û reng beşdarî civîna dadgehê bibe.

Mizraklî bi tohmeta endambûna di rêxistinên PKKê de tê dadgehîkirin.

Serdozgerîya Komarî ya Amedê ji bo Mizraklî daxwaza zindanîkirina 7 sal û 6 mehan heya 15 salan dike.

Havserokê HDPyî yê Şaredarîya Mezin a Amedê yê ji kar dûrxistî, 22ê Cotmeha îsal hatibû girtin û qeyûm li cihê wî hatibû danîn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist