Sekreterê Giştî yê NATOyê: Siyaseta Îranê Rojhilata Navîn nearam dike

.

Sekreterê Giştî yê NATOyê radigihîne, “Îran hevkariya komên milîs û komên terorîst dike.” Herwiha diyar kir jî, ewê alîkariya Iraqê li dijî DAIŞê bikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê Barzan Hesen de ragihand, “Îran li ser siyaseta xwe ya têkdana aramiyê li Rojhilata Navîn berdewam e û bê guman em êrişên li ser hêzên Amerîkayê yên li Iraq, Sûriye û Urdinê şermezar dikin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê dibêje, “Îran hevkariya milîs û komên terorîst dike.” Herwiha tekez kir jî, hêzên NATOyê li Iraqê hene û erkê wan ew e ku di rûbirûbûna DAIŞê de alîkariya Iraqê bikin, ta ku piştrast bibin ku rêxistina terorîst careke din dernekeve holê.

Stoltenberg got: “Em bi Iraqê re li gelek eniyan kar dikin, bêguman her tiştê ku alîkar be li hember êrîşên asmanî yên li ser Iraq û hemû hêzên ku li wir bicîh bûne, girîng e.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist