Sefîn Dizeyî: Rûsya girîngîyê dide nêrîna sîyasî ya Kurdistanê

Serokê fermangeha pêwendîyên derve ya Kurdistanê ragihand, Rûsya girîngîyê dide nêrîna sîyasî ya Herêma Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Serokê fermangeha pêwendîyên derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî li ser serdana cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Mîxaîl Bogdanov bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina wî bi berpirsên Kurdistanê re, ji BasNewsê re got, Rûsya Herêma Kurdistanê mîna lîstikvanekê dibîne di sîyaseta navdewletî de. Ji ber wê jî girîngîyê dide nêrîna me ya sîyasî. Di vê çarçoveyê de Mîxaîl Bogdanov hat Kurdistanê û bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên din re hevdîtin kir.

Sefîn Dizeyî her wiha got, Herêma Kurdistanê hewl dide pêwendîyên xwe bi Rûsyayê re di hemû waran de pêş bixe û sûdê ji ezmûna Rûsyayê werbigire.

 

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî