Sedr peyamêk arasteyî berpirsên sunne û şîeyên Iraqê kir

Rêberê Tevgera Sedr û Hevpeymanîya El Sairûn Mûqtea Sedr peyamek arasteyî berpirsên sunne û şîe yên Iraqê kir û daxwaz ji wan kir ku gendelkaran dûr bixin.

Navenda Nûçeyan- Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî twetterê Sedr daxwaz ji berpirsên sunne û şîe yên Iraqê kir ku gendelkaran ji xwe dûr bixin û îslam jî ji wan kesa dûr e.

Ev peyama Sedr di demekê da ye ku berîya bi dur rojan Sedr piştevanîya xwe bo kandîdê Hevpeymanîya Bîna Suheyl Quseyl derbirîbû û ew jî bibû sedema nerazîbûna xwepêşanderan.

Cihê bahsê ye ji destpêka meha Cotmehê va li Iraqê di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî da alozî hene û herî kêm 500 kes mirine û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Ji ber alozîyên navxweyî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di 30yê Mijdarê da dev ji posta xwe berda bû û biryare Serokkomarê Iraqê Berhem Salih kesekî li cihê Adil Ebdulmehdî tayîn bike.

Lêbelê kêşeya Iraqê ew e ku nakokî hene li dor kutleya herî mezin, ji ber ku hin nûner kutleyên xwe diguhêrin û tevlî hin kutleyên din dibin. Li gor destûra Iraqê, divê kutleya herî mezin di parlemanê de bêhtirî 15 rojan cihê serok wezîr vala nehêle û kandîdekî binav bike. Herçend ew dem derbas jî bûbe heta niha ti kes bo posta serokwezîrîyê ji alîyê serokkomar va nehatîye erkdarkirin.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir