Sedir: Roja înê bila mêr kefen ligel xwe bînin

.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di daxuyaniyekê de ji alîgirên xwe daxwaz kir, roja "Îna Milyonî" pabendî rênimayan bibin û bila mêr kefen ligel xwe bînin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di daxuyaniyekê de ji alîgirên xwe daxwaz kir, roja "Îna Milyonî" pabendî rênimayan bibin û bila mêr kefen ligel xwe bînin.

Muqteda Sedir bi rêya hejmara Twittera Salih Mihemed Iraqî, ji alîgirên xwe daxwaz kir, roja "Îna Milyonî" sicadeya nimêjê, kevirê mor (ew kevirê ku Şîe dema nimêj dikin, eniya xwe datînin ser) serpoş an destmal, kefen, av û ala Iraqê ligel xwe bînin.

Sedir herwiha ji alîgirên xwe daxwaz dike ku wêneyên şehîdên Al Sedir jî ligel xwe bînin "Îna Milyonî".

Beriya niha jî Rêberê Tevgera Sedir ji alîgirên xwe re gotibû, roja "Îna Milyonî" nabe li ser rêyan rûnin, ji ber ku cihên hatûçûna tîmên hawarçûnê û girseyên alîgiran û hêzên ewlehiyê ne, loma divê pabendî mercên xweparastin û tendirustiyê jî bibin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin