Sê kolber bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûn

.

Sê kolberên xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê hatin birîndarkirin.

Li gor zanyariyan di wan 2 rojên borî de 3 kolberên bi navên Cemal Qadrî, Hebîb Şîrî û Burhan Weysî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşanê hatin birîndarkirin.

Ew kolberane bi armanca çareseriya bijîşkî ji bo nexwaşxaneya Pawe hatin veguhestin.

Ji destpêka sala nû ya kurdî ango piştî Newrozê heta naha nêzîkî 40 kolber li sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine şehîd û birîndarkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin