Sê dewlet derbarê rewşa Sûriyê de dicivin

Serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê dê li Enqerê kom bibin û mijara sereke ya vê lûtkeya sê qolî jî Sûriye ye.

Serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê dê li Enqerê kom bibin û mijara sereke ya vê lûtkeya sê qolî jî Sûriye ye.

Li gor daxuyaniya ji ofîsa ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê hatiye belavkirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Rûsyayê Valdimir Putîn, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, roja Duşemê, 16ê Îlona 2019an, dê li Enqereya paytexta Tirkiyê lûtkeyeke sê qolî encam bidin.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye gotin ku di wê lûtkeyê de, di serî de rewşa Idlibê, bidawîkirina pevçûnan, dabînkirina şert û mercên guncaw bo vegera koçberan, avêtina pêngavên hevbeş bo dîtina çareseriyeke mayînde li Sûriyê, dê bên gotûbêjkirin û dawîn pêşwatên li Sûriyê dê bên nirxandin.

Heriha hatiye aşkerekirin ku di çarçova wê lûtkeyê ku dê di formata civînên Astanayê de bê encamdan, dê civînên dualî jî di navbera serokên wan welatan de birêve biçin û hatiye gotin ku di wan civînan de jî peywendiyên dualî û geşedanên li herêmê dê bên gotûbêjkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, di hevpeyvîneke li gel Reutersê, derbarê vê kombûnê de gotibû, “Armancên sereke ew in ku agirbesteke mayînde dabîn bikin, pêla koçberiyê bidin sekinandin û rêxistinên terorê kontrol bikin.

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî