Saziyên Zimanê Kurdî: Ev helwesta înkarê ye

.

Saziyên Zimanê Kurdî hat tekez kir ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê, aştî pêk nayê.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê doh li Dayîkên Aştî û Dayikên Şemiyê guhdarî kir.

Hat zanîn ku dayîkên bi navên Nezahat Teke û Rebia Kiranê xwestin bi Kurdî biaxivin lê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş destûr neda van her du dayîkan ku bi Kurdî bixaxivin.

 Saziyên Zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke hevpar helwesta Serokê Parlamentoyaê Tirkiyeyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev helwest wekî "înkar û bêtehemulî" hat binavkirin û hat tekezkirin ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê, aştî pêk nayê.

"Îro nebe, kengî?"

Saziyên Zimanê Kurdî di daxuyaniya xwe de pirsî, "Madem ku ev komîsyon bi îradeyeke çareseriyê civiyaye, ev karesat çi ye? Dê kengî û çawa zimanê Kurdî bê dîtin û mafên zimanî yên Kurdan bên naskirin?"

Banga li komîsyonê û daxwazên sereke

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bêtehemuliya li dijî zimanê Kurdî, bêtehemuliya li dijî nasname û hebûna Kurdan e û hat xwestin ku li hemû qadên jiyanê û saziyên fermî astengiyên li pêşiya bikaranîna Kurdî bên rakirin.

Saziyên Zimanê Kurdî bangî komîsyonê kir ku "helwesteke pirzimanî û pirçandî" nîşan bide û zererê nede hêviyên gel ên ji bo aştiyê.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku daxwaza gelê Kurd, ji pêşdibistanê heta zanîngehê, misogerkirina statuya fermî ya zimanê Kurdî ye.

Her wiha hat gotin ku heta ev daxwaz pêk neyên, dê têkoşîna ji bo zimên berdewam bike

Siyaset Haberleri

TEHRAN - Parêzerên Kurd gihîştin hev: Koma Parêzerên Kurd hat damezirandin
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Di 20 rojan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 164 kes hatin îdamkirin
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
Kitêbeka girêdayî jiyan û xebata Barzaniyê Nemir li Encûmena Nûnerên Iraqê hat nasandin