Şaxewan Ebdullah: Me ligel rayedarên Amerîkî rewşa Kerkûkê gotûbêj kir

.

Li ser daxwaza Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, derbarê rewşa niha ya Kerkûkê de civînekê pêk anîn.

 Şaxewan Ebdullah, namzedê Parlamentoya Iraqê ku di hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê de bi ser ket, diyar dike; li ser daxwaza Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, derbarê rewşa niha ya Kerkûkê de civînekê pêk anîn.

Şaxewan Ebdullah li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand: “Di civînê de rewşa ewlehiyê û girîngiya veger û hevbeşkirina Pêşmerge di parastina deverê de, hêzên hevbeş, mijara dagirkirina zeviyên çandiniyê yên Kurdan ên li wî bajarî, erebkirin, gendelî, tunebûna xizmetguzarî û pêkvejiyana navbera pêkhateyan hatin gotûbêjkirin.”

Ebdullah eşkere kir; di civînê de biryar hatiye dayîn ku hevkar û hemaheng bin ji bo çareseriya kêşeyên li ser bajarê Kerkûkê.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewşa ewlehiyê ya Kerkûkê aram nîne, ji bilî wê hewla erebkirinê li wê deverê heye, DAIŞ jî car caran êrîş dike ser pêgehên fermî û artêşa Iraqê û Pêşmerge, ji ber vê yekê daxwaz tê kirin ku Pêşmerge vegere Kerkûkê.

Kurdistan Haberleri

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê di medyaya Îranê de
Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
Girêbesta Iraq û Amerîkayê nakokî xistiye navbera serkirdeyên Şîe
Li Dêrsimê ‘Konferansa Komkujiya Dêrsimê û Seyîd Riza’ hat lidarxistin
Amûdê: Xelkê ji bo azadiya girtiyên siyasî xwepêşandan kir