Şaxewan Ebdila: Malbatên Kurd ên ku vegeriyane Kerkûkê û deverên veqetiyayî erdî werdigirin

.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê û Serokê Komîteya Madeya 140ê Şaxewan Ebdila radigehîne ku, her malbateke Kurd a ku vegeriyaye Kerkûkê û deverên derveyî Herêma Kurdistanê dê erdî werbigire.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê û Serokê Komîteya Madeya 140ê Şaxewan Ebdila îro (În, 23ê Gulana 2025ê) li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê peyamek parve kir.

Şaxewan Ebdila di wê peyama xwe de nivîsiye, “Piştî nivîsara me ya hejmar 61 li roja 14ê Nîsana 2025ê û civîna me ya bi Serokê Komîteya Madeya 140ê ya hikûmetê re li roja 20ê Nîsanê, me li hev kir ku her malbateke Kurd a ku vegeriyaye Kerkûkê û deverên derveyî Herêma Kurdistanê û yên ku karûbarên madeya 140ê çê kirine parçeyeke erdî werbigire.”

Navbirî eşkere jî kiriye, “Ev biryar wan malbatan jî vedigire yên ku karûbarên xwe temam kirine lê qerebûya 10 milyon dînaran wernegirtiye.” Herwesa got, “Ev biryar hemî deveran vedigire, ji Şingalê heta Xaneqînê. Ji bo vê meremê jî, nivîsarek ji bo bicihanînê ji parêzgehan re hatiye şandin.”

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne