Şarezayekî Rûs: Rûsya li Sûrîyê tawîzê nade Tirkîyê

Şanda Rûsyayê, ji bo gotûbêjkirina krîza li dor Idlîbê, li Tirkîyê dest bi qonaxeke nû ya gotûbêjan dike. Şarezayê sîyasî Borîs Dolgov dibêje, ku ew bawer nakim ku Rûsya li pêş Tirkîyeyê tawîzan bide.

Navenda Nûçeyan - Hat zanîn, ku alîya Tirkîyê, ji bo gotûbêjan nexşerêyeke xwe amade kirîye. Weke tê zanîn, Enqere daxwaz ji Moskowê dike ku hêzên hikumeta Sûrî li Idlibê vekişin pêgehên xwe yên berê.

Moskow herçend guh nade bi guvaşên Enqerê, lê bi şandina şandeke nû, dîyar e xwe ji lêgerîna rêyên lihevhatinê jî dûr nagire.

Derbarê mijarê de Koordînatorê Beşa Rojhilata Navîn a Encumena Karûbarên Navneteweyî ya Rûsyayê Rûslan Mamedov ji Rûdawê re got: “Esed dê venegere li pêgeha xwe ya berê. Heta dibe ku rîya M-4 jî dê mîna rêya M-5 derbasî kontrola artêşa Sûrî bibe. Mijarekî tenê ku dikare bê gotûbêjkirin di navbeyna alîyan de, pirsa avakirina devereke tampon be li herêma Îdlîbê, ku bajarê Îdlîb bi xwe jî tê de be."

Şarezayê derbarê Sûrîyê de Borîs Dolgov jî dibêje: “Ez bawer nakim ku Rûsya li pêş Tirkîyeyê tawîzan bide. Ji ber ku hebûna artêşa Tirkîyê bi xwe li Sûrî ne yasayî ye. Ez bawerim dê kompromîseke bê peydakirin, da ku berjewendîya hem Rûsya, hem Tirkîye, hem jî ya Sûrîyeyê li ber çav bê girtin."

Dîyare, hêvîya Enqerê bi xwe jî, ji danûstanên şanda serbazî ya Rûsyayê tune. Lewre, Serokomarê   Tirkîyê Recep Tayyip ragihand ku herî dereng heta 5ê Adarê, ew dê li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn  ji bo ronkirina rewşa Sûrî.

Enndamê Navenda Lêkolînkirina Îslam û Cîhana Erebî Grîgorîy Lukyanov jî wiha axivî: “Erdogan bawerîya xwe bi hevdîtinên di asta jêr serokatîyê de nayîne. Ew dixwaze xûd ji alîya Pûtîn bixwe,  hin garantîyan bistîne. Lewma jî hêvîya wî ji wê hevdîtinê ew e, ku bikaribe rewşa heyî, li gor dilê xwe biguhêre."

Ji alîya din li Îdlîbê êdî serbazên Tirkîyê rasterast dibin hedefa bombebarana firokeyên şer. Herçend ji Himeymîmê hat derewandin ku firokeyên rûsî xalên çavdêrîya hêzên Tirk hedef girtibin.

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da