Şaredariyên Sûra Diyarbekir û Findikliya Rîzeyê bûn destexwişkên hev

.

 Şaredariyên navçeya Sûrê ya Diyarbekirê û Şaredariya navçeya Findikli ya bajarê Rîzeyê îro 25ê Îlonê bi merasîmekê protokola destexwişkiyê îmze kirin.

Şaredariya navçeya Sûrê di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye û Şaredariya Findikliyê jî jialiyê partiya opozîsyona Tirkiyê CHPê ve tê birêvebirin.

Serokê Şaredariya Findikliyê Ercument Şahîn û Hevşaredarên DEM Partiyê yên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan di merasîma îmzeyê de amadehî kirin.

Parlamenterê CHPê yê Diyarbakerî Sezgîn Tanrikulu û Parlamentera DEM Partî ya Diyarbekirê Adalet Kaya jî beşdarî merasîmê bûn.

Bi protokola hate îmzekirin re, her du şaredarî dê di warên bazirganî, çand û geştyariyê de danûstandinên xwe zêdetir bikin û di hemû projeyan de hevkariyê bikin. 

Piştî merasîma protokola destexwişkiyê, li ber Mizgefta Mezin a Diyarbekirê govenda Kurdî û horona Deryaya Reş hatin gerandin.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir