Şaredarîya Stenbolê ji bo perwerdeya zimanê kurdî wê serlêdana dersdaran qebûl bike

Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê aşkere kirîye ku wê serlêdana dersdaran a ji bo perwerdeya zimanê kurdî qebûl bike.

Navenda Nûçeyan- Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê aşkere kirîye ku wê 420 xebatkarên bi peyman bigirin karî.

Di ragihandina Şaredarîyê de hatîye dîyarkirin ku wê serlêdana du dersdaran a ji bo perwerdeya zimanê kurdî qebûl bikin. Li gorî şertên ku Şaredarîyê dîyar kirîye, kesên dixwazin serî li karî bidin divê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandibin.

Her weha Şaredarîyê dest nîşan kirîye ku kesên dest bi karî bikin, li gorî pêdivîyê wê li navçeyên Stenbolê bên wezîfedarkirin.

Serlêdan di navbera 13 û 17ê mehê de ye

Serlêdan wê di navbera 13 û 17ê Kanûna Pêşîyê de dest pê bikin. Piştî nirxandina serlêdanan wê di navbera 20 û 26ê Kanûna Pêşîyê de bikevin ezmûneke devkî.

Temenê kesên ku dixwazin serî lê bidin divê ji 30î ne zêdetir be.

Kiliçdaroglûyî aşkere kiribû

Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partîya Gel a Komarî (CHP) di meha tebaxê de bi kesên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandine re civîyabû.

Kiliçdaroglûyî li vir gotibû ku ew ê li İSMEKan dest bi perwerdeya kurdî bikin. Her weha dîyar kiribû ku ew ê xizmetê bi zimanê kurdî bidin kal û pîran, ên ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanin.

Ji bo zanyarîyên zêdetir bitikîne

Çavkanî: Bianet

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Hilbijartin û dengê gel ji bo PDKê meseleyeka bingehîn e
Amerîkayê leşker, çek û dron şandin Rojavayê Kurdistanê
AMED - 'Nexweşiya Sêrojî' derbeke giran li ajeldaran dixe
Netanyahu ferman da: Xeze dê bi dijwarî were bombebarankirin
Baroya Amedê ji bo pêvajoyê komîsyonek ava kir