Şaredarîya Îdirê: Li mal bimînin em ji bo we pirtûkan bînin

Şaredarîya Îdirê ku di destê HDP'ê de ye daxuyanîyek weşand û got: "Li mala xwe bimînin û pirtûkan bixwînin."

Navenda Nûçeyan - Şaredarê got ku yên li mala xwe bimînin û pirtûkan bixwazin ew dê ji bo wan bibin. Ji bo vê yekê nimreya telefonê jî parve kirin.

 

Di bin banê şaredarîyê de di sala 2008'an de Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî hatibû vekirin. Pirtûkxane ji wê rojê de di xizmeta gel de ye. Niha jî ew dixwazin ji ber vîruso koronayê gel li mala xwe bimîne û yên bixwazin ew dikarin ji pirtûkxaneyê pirtûkan ji bo wan bibin. 

Kesên bixwazin dikarin ji van nimreyan pirtûkan bixwazin:

“0542 376 29 36 ve 0544 527 26 46”

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin