Şaredarê berê yê Amedê canê xwe ji dest da

Şaredarê berê yê bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê û serokê berê yê Dîyarbekirsporê Nurettin Dilek li bajarê Enqerê di nexweşxaneyekê de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan - Nurettin Dilek ê di heyama 1985-86 şaredarê Amedê bû û di heman demê de jî serokê Dîyarberkirsporê bû, ev çend rojbûn li nexweşxaneyeke Enqerê dihat dermankirin.

Nurettin Dilek îro Pêncşemê 16ê Nîsanê canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Nurettin Dilek li ser wesyeta wî li bajarê ji dayîk bûye li Amedê veşartin.

Nurettin Dilek di sala 1952an de li Amedê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Enqerê beşa çandinîyê xwendîye.

Li parlamentoya Tirkîyê di xula 18emîn (1987-1991) de li ser lîsteya Anavatanê bûye parlamenter. Di xula 21emîn de ji heman partîyê dîsa weke parlementer hatîye hilbijartin.

Nurettin Dilek bavê sê zarokan bû û zimanê Almanî dizanî.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist