Şaredarê Baneyê hat girtin

Şaredarê Bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber tohmetên binpêkariyên darayî û gendeliyê hat girtin.

Li gor medyaya fermî ya hikûmeta Îranê, Şaredarê Baneyê, Wurya Wusuqî û fermanberekî şaredariya vî bajarî piştî lêkolînên Saziya Teftîşê hatine desteserkirin.

Hatiye ragihandin, ku roja Şemiya vê heftiyê mugetişên Saziya Teftîşê ji bo encamdana lêkolînan derbarê binpêkariyên Şaredarê Baneyê û fermanberekî vê şaredariyê li avahiya şaredariyê amade bûn û piştî lêkolînan, derketiye holê ku karên neyasayî û binpêkariyên darayî li şaredariyê hatiye encamdan.

Li gor agahiyan, Şaredar û karmendê Şaredariya Baneyê ku navê wî nehatiye diyarkirin, bi encamdana karên neyasayî û binpêkariyên darayî di şaredariyê de hatine tohmetbarkirin û piştî ku bi fermî ew tohmet arasteyî wan hate kirin, ew hatin girtin.

Berpirsekî Qaymeqamiya Baneyê jî nûçeya girtina şaredarê bajêr piştrast kiriye û gotiye, roja Şemiyê biryara girtinê di derheqê şaredar û karmendekî şaredariyê de derketiye, lê roja yekşemiyê kesê karmend bi mercê dadî û bi danîna pere hatiye berdan.

Bajarê Bane yek ji bajarên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û dikeve ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.

Li gor serjimêriya sala 2016 a Îranê, hejmara akinciyên Baneyê zêdetir ji 110 hezar kes e û piştî bajarên Sine, Seqiz û Merîwan, çaremîn bajarê mezin ê parêzgeha Sineyê ye.

RÛDAW

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist