Şandeyekî alîyên sîyasî ya herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dikin

Îro 18.02.2020ê şandeyekî alîyên sîyasî ya herêma Kurdistanê bi armanca beşdarî li civînên Mihemed Tofîq Elawî bike, diçe Bexdayê, ku dê guftûgoyên pêkanîna kabîneya hikûmetê bê kirin.

Navenda Nûçeyan - Endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksîyona PDKê Mihemed Emîn Faris ji BasNewsê re ragehand, îro şandeyekî alîyên sîyasî yê herêma Kurdistanê bo civîn û hevdîtina li gel Mihemed Tofîq Elawî bikin diçin Bexdayê.

Herwaha got: ‘’Şande ji hemû alîyên sîyasî pêkhatine.’’

Mihemed Emîn Faris got: ‘’Şande derbarê pêkanîna hikûmet û wezîran de guftûgo dê bike û dê ji Elawî re ragehînin divê dîyar kirina namzedan li ser razîbûna sazîyên fermî yên herêma Kurdistanê be û bi pêbendîya mafên herêma Kurdistanê yên destûrî be.’’

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist