Şandeya Kurd li gel kompaniyên neftê bi Wezareta Neftê ya Iraqê re rûniştin

.

Endamekî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku ji bo çereserkirina pirsgirêka henardekirina nefta Kurdistanê çûbû Bexdayê, ragihand ku şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên neftê îro li Bexdayê, bi şandeya Wezareta Neftê ya Iraqê re civînekê pêk anîne.

Endamê şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omêd Sebah li ser rûpela xwe ya medyaya civakî ragihand ku şandeya Kurd û berpirsên kompaniyên neftê, bi Wezîrê Neftê yê Iraqê Hayyan Ebdulxanî û hin payebilindên wezaretê re civiyane.

Omêd Sebah da zanîn ku di civînê de, mijarên bi pirsgirêk ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistan û Wezareta Neftê ya Iraqê yên wek; xercên kompaniyên neftê,  henardekirinak nefta Herêma Kurdistanê û lêçûna kompaniyên neftê, hatine gotûbêjkirin.

Duh, bi vexwendina Wezareta Neftê ya Iraqê, şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeya ku ji berpirsên kompaniyên neftê yên ku li Herêma Kurdistanê karê hilberîna neftê dikin pêk tê, gihîştibûn paytexta Iraq Bexdayê.

Endamê şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omîd Sebah her wiha ragihand ku armanca serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên neftê ya Bexdayê ya pêkanîna civîna li gel Wezareta Neftê ya Iraqê ew e ku ji bo sazkirina mekanîzmayeke ku danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bidomin û di mijara henardekirina neftê de gihîştina biryareke hevbeş e.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin