Şandên PDK û YNKê îro li Silêmaniyê dicivin

.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîneya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê dicivin.

Şanda PDKê ji Hoşyar Zêbarî, Dilşad Şihab û Omêd Sebah pêk tê û şanda YNKê jî ji Qubad Talebanî, Rêwas Fayeq, Rizgar Hacî Hema, Salar Serhed û Semîr Hewramî pêk tê.

Wî jêderî da zanî, di civînê de dê gotûbêj li ser pêwendiyên dualî, civîna Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bên kirin.

Berpirsê Nivîsîngeha Ragehandinê PDKê Hêmin Hewramî roja 27ê Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de ragehandibû, “Yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan, li ser bingeha istîhqaqên hilbijartinan, bê hebûna vîtoyê deriyê PDKê vekiriye û serdana hemî aliyan dike.”

Hêmin Hewramî got jî: “Me daxwazî ji hemû aliyên siyasî heye ku li astê wê berpirsyarîtiya mezin bin ku xelkê Kurdistanê bi tevlîbûna xwe ya berfireh di hilbijartinana de ew erk xistiye ser milên hemî aliyan, vêca yên ku dibin opozisyon an jî yên tên nav Kabîneya Dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber ku li dawiyê em hemî pareke wê rewşa siyasî ne ya ku xelkê Kurdistanê tevlî wê bûye.”

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye