Şanda Rêveberiya Xweser li forumê bi şanderê navdewletî yê tayebt bi pirsa Sûriyê, Geir Pedersen re civiya.
Şandeke Rêveberiya Xweser beşdarî di Foruma Oslo de kir û bi şanderê navdewletî yê bi taybetî ji bo pirsgirêka Sûriyê, bi Geir Pedersen re civiya.
Şanda Rêveberiya Xweser ji endama kordînasyona Kongireya Star, Foza Yûsif û endamê desteya serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk Mihemed Hesen Elî, pêk hatibû.
Foruma Oslo ji aliyê Wezareta Derve ya Norwêcê û Navenda Diyaloga Mirovatiyê ji bo gotubêjkirina rola navbeynkaran di bi dawîana şer û pevçûnan de tê sazkirin.
Ji bilî Wezîra Derva ya Norwêcê Ine Marie Eriksen Søreide, Wezîrê Dewletê yê Îmaratê yê bo karûbarên derve Enqer Qerqaş û şanderê navdewletî yê taybet bi pirsa Sûriyê Geir Pedersen, zêdetirî 100 kesayetiyên ku bi rola navbeynakriyê li seranserê dunyayê ji bo bi dawîanîna şer û pevçûnan rabûne, di vê forumê de beşdar bûn.
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist