Şandeke Pêşmergeyên Zêrevan li Parîsê tacegulekê datîne ser Gora Serbazê Win

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku beşdarî merasîmê bû, tacegula Hikûmeta Herêma Kurdistanê danî û xweşhalîya derbirî ku bi vî awayî rêz li Pêşmerge tê girtin û got: “Ev berê ked û xwîna hemû şehîdên Kurdistanê ye”.

Navenda Nûçeyan- Bo yekem car di dîroka danîna tacegulan li ser Gora Serbazê Win de, li Parîsê bi amadebûna nûnerên Wezareta Berevanîyê ya Fransayê û Akademîya Serbazî, Federesyona Cengewerên Dêrîn yên Fransayê û revenda Kurdî, bi bilindkirina ala Kurdistanê û ala Fransayê, merasîmeke taybet bo rêzgirtin li Pêşmerge li Parîsê birêve çû.

Bo bilindnirxandina rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di têkşikandina DAIŞê de, Fransa bo yekem car şandeke Pêşmergeyên Kurdistanê vedixwîne Parîsê û di merasîmeke serbazî de li Meydana Serbazê Win li Parîsê, Serokê Şanda Pêşmergeyên Zêrevan agir li ser Gora Serbazê Win vêdixe û tacegulekê datîne ser wê û dibêje: “Ev ji Kurd re, rojeke dîrokî ye”.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku beşdarî merasîmê bû, tacegula Hikûmeta Herêma Kurdistanê danî û xweşhalîya derbirî ku bi vî awayî rêz li Pêşmerge tê girtin û got: “Ev berê ked û xwîna hemû şehîdên Kurdistanê ye”.

Gora Serbazê Win li Parîsê di sala 1806an ji alîyê Napoleon Bonaparte ve hatîye duristkirin û yek ji sembolên niştimanî yên Fransayê ye û hemû boneyên niştimanî li vî cihî birêve diçin.

 

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist