Şandeke payebilind a Yekîtiya Ewropayê sibê serdana Tirkiyê dike

.

 Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen dê sibe Sêşemê 6ê Nîsanê serdana Tirkiyê bikin.

Rayedarekî Yewkîtiya Ewropayê ji ajansa fermî ya nûçeyan a Fransayê AFP re ragihandiye, di hevdîtinên li Enqerê de dê têkildarî rêyên pêşxistina pêwendiyên Tirkiyê û YE gotûbêj bên kirin.

Berpirsê YE herwiha gefa wê yekê xwariye ku eger Tirkiye li ser siyasetên xwe yên wan demên bihorî berdewam be, ew dê sizayên tund bi ser Enqerê de bisepînin.

AFP belav kiriye, heman berpirsî gotiye, “eger Erdogan amadeyê hevkariya li gel YE nebe, dê her tişt bê astengkirin.”

Pêştir Berdevkê Serokê Konseya Ewropayê, Barend Leyts ragihandibû ku Michel û Von der Layen dê di 6ê Nîsanê de bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bînin.

Hefteya bihorî pîştî Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê, Chaler Michel ragihandibû ji bo serdanê bi rayedarên Tirkiyê re di têkiliyê de ye, lê dîroka serdanê nehatibû eşkerekirin.

Di civîna lûtkeya herî dawî ya serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê de, ew yek hatibû pesendkirin, ku eger Tirkiye li ser helwêsta xwe ya erênî ya niha û kêmkirina aloziyan li rojhilatê Deryaya Spî berdewam be, Yekîtiya Ewropayê hevkariyên xwe yên bi Tirkiyê re di warê aborî û siyasî de pêşbixe.
 

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin