Şandeke Başûrê Afrîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

.

 Şandeke Başûrê Afrîkayê ya bi Serokatiya Balyozê li Sûriyê û Lubnanê Barry Gilder û Rêvebera Ofîsa UNICEFê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Natasha Stogozuka serdana Qamişlo kir.

Şanda Başûrê Afrîkayê ji aliyê Hevserokê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer ve hat pêşwazîkirin.

Rewşa siyasî û aborî ya Sûriyê bi giştî û dawîn pêşhatên li herêmên bakur rojhilatê Sûriyê bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Şanda Başûrê Afrîkayê li gel berpirsên Rûveberiya Xweser behsa rewşa ewlekariyê, jinavbirina DAIŞê li navçeyê, beşdarbûna Rêveberiya Xweser di proseya siyasî û çareserkirina krîza Sûriyê de kir.

Hevserokê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje bi wê kir ku ji destpêkirina şerê Sûriyê ve xelkê herêmê bû armanca êrişan û “hemû rengên terorê” û tekez kir ku Rêveberiya Xweser tevî kêmderfetiyê jî karî “aştî û seqamgiriyê ji hemû pêkhatên navçeyê re peyda bike.”

Ebdulkerîm Omer got ku Rêveberiya Xweser ne gef e li ser yekîtiya Sûriyê û aramiya welatên cîran û tekez kir ku Rêveberiya Xweser “modela çareseriya demokratîk û nenavendî ye” ji bo avakirina Sûriya nû.

Hebûna şaneyên DAIŞê, astengiyên li ber Rêveberiya Xweser, rewşa tendirustî û belavbûna Coronayê û karîgeriya girtina deriyê sînorî yê Til Temir li ser xelkê herêmê, ji mijaran bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.

Herwiha li ser rewşa kampên koçberan, taybet jî rewşa li kampên Hol û Roj û vegerandina welatiyên Başûrê Afrîkayê ji wan kampan, gotûbêj hatin kirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ