Şandeka Kurdistanê bo “rêkeftina sîyasî” diçe Bexdayê

Endamekî kurd yê komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê dibêje, ji bona ku rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê mîna xwe bicîh were, divê rêkeftinek sîyas jî bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Parlementerê kurd û endamê komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê, Ehmed Sefar ji malpera fermî ya PDKê re behsa rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê li ser mûçe û bûdceya Kurdistanê kirîye û gotîye, Hewlêr û Bexda li ser pişka bûdceya Kurdistanê li hev kirine û pirojeqanûna bûdceya sala 2020 ya Iraqê dê îro (5 Kanûnê) yan jî destpêka hefteya bê pêşkêşî parlementoya Iraqê bê kirin.

Ehmed Sefar her wiha gotîye, ji bona ku rêkeftina han mîna xwe were bicîhanîn, divê ji bilî wê rêkeftina qanûnî rêkeftinek sîyasî jî bê kirin. Çimkî divê firaksîyon û tifaqên sîyasî û parlementoyê jî rêkeftinê qebûl bikin û jê razî bin da ku di dema dengdanê de pirsgirêk dernekeve.

Bi gotina wî parlementerê kurd, bo rêkeftina sîyasî şandeka sîyasî ya Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û bi firaksîyon û tifaqên sîyasî yên Iraqê re hevdîtin bike.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê