Şandeka Kurdistanê beşdarî civîna NY dibe

Şandeka Herêma Kurdistanê di çarçoveya şanda hikûmeta Iraqê de beşdarî civîna NY li ser rewşa mafên mirov dibe.

Navenda Nûçeyan- Şandeka Herêma Kurdistanê di çarçoveya şanda hikûmeta Iraqê de beşdarî civîna NY li ser rewşa mafên mirov dibe.

Kordînatorê hikûmeta Kurdistanê di warê mafên mirov de, Dîndar Zêbarî ji BasNewsê re got, roja 11 vê mehê encumena mafên mirov ya NY dê li bajarê Cinêv yê Swîsra bicive.

Dîndar Zêbarî her wiha got, şandeka hikûmeta Iraqê jî dê beşdarî wê civînê bibe. Di nav wê şandê de şandeka Herêma Kurdistanê jî heye û dê tevlî civînê bibe.

Zêbarî da zanîn, şanda Iraqî-Kurdistanî dê behsa mijarên mina rewşa koçberan û vegera wan bo ser warên xwe, girtiyên DAIŞê, mexdûrên DAIŞê û çend mijarên din bikin.

Siyaset Haberleri

Serokwezîr Barzanî li ser pevçûnên li Silêmaniyê daxuyaniyek da
Di şerê Silêmaniyê de 3 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da
AMERÎKAYÊ DU ÇEKDARÊN DAIŞ'Ê LI SÛRIYÊ KUŞTIN
Saziyên Zimanê Kurdî: Ev helwesta înkarê ye
Pirtûka helbestan a Abdulla Peşêw bi Fînlandî derket