Şandek ji Rojavayê Kurdistanê ligel nûnerê Neteweyên Yekbûyî civîya

Li bajarê Mannheim ê Almanyayê, şandeke hevbeş ji du rêxistinên Mafê Mirovan ên Rojavayê Kurdistanê ligel nûnera komîteya ser bi Neteweyên Yekbûyî bo lêkolînê derbarê Sûrîyê de civîyan

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Mannheim ê Almanyayê, şandeke hevbeş ji du rêxistinên Mafê Mirovan ên Rojavayê Kurdistanê ligel nûnera komîteya ser bi Neteweyên Yekbûyî bo lêkolînê derbarê Sûrîyê de civîyan.Di civînê de behsa binpêkirinên çekdaran li Rojavayê Kurdistanê hate kirin, bi taybetî jî li herêma Efrînê.

Her yek ji Nûnera Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê Leman Xelîl û Nûnerê Rêxistina Mafê Mirovan li Sûrîyê (MAF) Hefîz Ebdulrehman, ligel Nûnerê Komîteya Lêkolînê derbarê Sûrîyê de civîyan.

Nûnerên herdu rêxistinan raportek derbarê binpêkirinên hêzên hikûmeta Tirkîyê û grûpên çekdar ên ser hikûmeta demkî ya Hevpeymanîya Opozisyona Sûrîyê li dijî herêmên Kurdî weke Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî pêşkêşî nûnera komîteya lêkolînê kirin.

Li gor raporta Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê: “Ji encama dagirkirina herêma Efrînê 350-360 hezar welatîyên Kurd neçarî koçberîyê hatine kirin. Li Efrînê tenê di navbera 120-125 hezar welatîyên Kurd li herêma dagirkirî mane. Bêhtirî 4 hezar û 500 welatîyên Kurd ji herêma Efrînê hatine revandin. Heta niha 2 hezar û 350 welatî girtî ne û çarenivîsa wan ne dîyar. Girtî di bêhtirî 9 zindanan de ne, ji wan 2 zindan li Kilis û Dîlokê ne.”

Komîteya Lêkolînê ya navdewletî derbarê Sûrîyê de roja 22yê Rabaxa 2011an bi biryara Encûmena Mafê Mirovan hate damezirandin. Komîte lêkolînê derbarê binpêkirin û tawanên ku li Sûrîyê tên encamdan dike. Heta niha, komîteyê bêhtirî 20 raportan amade kirîye û binpêkirinên ku hatine kirin nîşan dane.

 

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist