Şanda Şamê di dema axaftina Fîdan de ji civîna Komkara Ereb derket

.

 Bi ragihandina destpêka gotara Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re, şanda hikûmeta Sûriyeyê ya bi serokatiya Wezîrê Derve Feysel El-Miqdad, ji civîna Encûmena Komkara Erebî ya ku li Qahîreyê birêve diçe, vekşiya.

Beşdariya Hakan Fîsan di civînên Encûmena Komkara Erebî ya liser asta wezîran de, piştî 13 salan ji birîna pêwendiyên Tirkiyeyê bi hejmareke welatên erebî re tê.

Kanala “El-Hedas” a Siûdiyê got, şanda Şamê piştî ragihandina destpêka gotara Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, ji hila civînê derket û piştî bidawîbûna axaftina Hakan, vegeriya.”

Li gorî hin çavdêran, vekişîna şanda Şamê tê wateya nerazîbûna Şamê ji beşdariya Tirkiyeyê di civîna Komkara Erebî de, herwiha helwesta wê re ya li dijî asayîkirina pêwendiyan bi Enqerê re nîşan dide.

Di vê derbarê de, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad îro berî destpêka civînê ji ajansa “RT” re tekezî li ser tekezî li ser vekişandina hêzên Tirkiyeyê kiribû û gotibû: “Eger Tirkiye dixwaze di hevkariya Sûriye-Tirkiyeyê de gavên nû bên avêtin û pêwendî asayî bibin, divê ji bakurê Sûriyeyê û rojavayê Iraqê ya dagir kiriye vekişe.

Rêya asayîkirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê de, ku meha Berçileya 2022an de bi navbênkariya Rûsyayê dest pê kiribû û ji ber hebûna gelek pirsên hilawîstî yên di navbera her du aliyan de, ew prose biser neket.

Şam daxwaza vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji xaka xwe dike, Enqerê jî tekeziyê li ser wê yekê dike ku ji bo asayîkirina pêwendiyê, divê mercên pêşwext tune bin.

Kurdistan Haberleri

Pentagonê ji HSD û Artêşa Sûriya Azad re 130 milyon dolar terxan kir
Rutte: Ger em xerca leşkerî ya NATO zêde nekin divê em fêrî Rûsî bibin
Ji gelê Sûriyê berteka ala HTŞê ya li kêleka Alaya Sûriyeya nû
Mark Rutte: Eger em ji bo parastinê pereyan veneqetînin divê em xwe fêrî Rûsî bikin
Huseyîn Çelîk: Çima dema Kurd dibin cîranê me problem çêdibe?