Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir

.

Hate ragihandin ku şandeke Desteya Rêveberiya bajarê Helebê ya bi ser Rêveberiya Nû ya Sûriyê ve, serdana bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kir û li gel Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) civiya.

Serokê xwecihiya ENKSê li Efrînê Ehmed Hesen ragihand ku îro 4ê Nîsanê şandeke Desteya Rêvebirina bajarê Helebê serdana nivîsgeha Encûmenê bi boneya Cejna Remezanê kiriye.

Hesen got ku her du aliyan behsa hevpariya rasteqîne li Sûriyê kir û daxwaziya Sûriyeke pireng ku hemû welatî tê de yeksan bin anîn ziman.

Serokê xwecihiya ENKSê herwiha spasiya şandê ji bo serdanên di cejnên Remezan û Newrozê de kir.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne