Şanda Hikûmeta Kurdistanê serdana Sine ya Rojhilat dike

.

Hate ragihandin ku ji bo bihêzkirina tevger û rewşa bazirganî, geşkirina çandî û pêwendiyên aborî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw serdana bajarê Sînê yê Rojhilatê Kurdistanê dike.

Li gorî zanyariyan şanda fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe 20ê Gulanê bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û şanda pê re ku ji Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, Parêzgarê Dihokê Elî Teter, Parêzgara Helebcyê Nuxşe Nasih, Berpirsê Pêwendiyên di navbera Herêm û Îranê de, Serokên Odeyên Bazirganiyê yên her çar parêzgehên Herêmê û Berpirsê Komgeha Sînorî ya Navdewletî ya Hacî Omeran pêk tê, serdana bajarê Sînê yê Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Li ser armanca serdanê hatiye ragihandin ku di çarçoveya sêyemîn civîna parêzgehên hevsînor de ew serdan pêk tê û mebest bihêzkirina tevger û rewşa bazirganî, geşkirina warê çandî û pêwendiyên aborî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de ye. Biryar e civîn di rojên 20 û 21ê Gulanê de li bajarê Sînê birêve biçin.

Hate zanîn ku wê di vê serdanê de hevdîtin û civîn ligel parêzgarên Urmiye, Sine û Kirmaşanê pêk werin û hevdîtinên din ên girîng jî di navbera berpirsên Herêmê û Îranê de dê bên kirin.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne